ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Lîderê Hîzbûllah: Li Lubnanê agirbest nîne
Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Naîm Kasim diyar kir ku êrîşên Îsraîlê didomin û got, rewşa heyî ne agirbest e, lê ‘êrîşeke domdar e’. -
Li Îranê 3 xwepêşander hatin darvekirin
3 kesên ku bi hinceta tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne hatibûn girtin, bi sûcdariya “teror” û “serhildanê” li Meşhedê hatin darvekirin. -
Ji Îranê hişyariya Hurmuzê: Destwerdana DYE'yê wê weke binpêkirina agirbestê bê dîtin
Tehranê nerazîbûneke tund nîşanî plana DYE'yê da, ku dixwaze eskortiyê ji keştiyên li Tengava Hurmuzê re bike. Rayedarên Îranî got, destwerdaneke Emerîkî wê weke binpêkirina agirbestê bê dîtin. -
Li Rojhilat û Îranê gelek mamosta hatin binçavkirin
Encumena Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ragihand ku hejmarek mamosta bi binçavkirin û lêpirsînê re rûbirû mane. -
Îsraîl wê balafirên şer ên bi milyaran euro ji DYE’yê bikire
Îsraîl ji bo zêdekirina hêza xwe ya hewayî wê balafirên şer ên F-35 û F-15IA ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bikire. Ev peyman di dema rageşiya bi Îran û Hîzbûllahê de pêk hat. -
Îran dixwaze zanîngeha hate bombekirin bike 'muzexaneya şer'
Kampusa zanîngeha teknolojiyê ya li Îsfahanê ku hatibû bombekirin wê were parastin û bibe muzexane. Rayedarên Tehranê ragihandin ku di encama êrîşên li seranserê welêt de bêhtirî 30 zanîngeh bûn hedef. -
Trump plana Îranê lêkolîn dike, Tehran ji her senaryoyê re amade ye!
Rageşiya navbera Washington û Tehranê didome, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) îhtimala êrîşeke muhtemel di rojevê de dihêle. Îranê jî ragihand ku “gog li cem DYE’yê ye”, ew ji bo dîplomasî yan jî şer amade ye. -
Îran ji bo Tengava Hurmuzê 12 xal ragihand
Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad diyar kir ku rêveberiya Tengava Hurmuzê di 12 xal çêkiriye û anî ziman ku ew ê destûrê nedin ku keştiyên Îsraîlî di tengavê de derbas bibin. -
Li Îranê di dema bêbandorkirina teqemeniyê de 14 leşker kuştin
Li Îranê di dema bêbandorkirina teqemeniyên neteqiyayî de li parêzgeha Zencanê ya bakurê rojavayê Îranê 14 kes hatin kuştin. -
Tehranê pêşniyareke nû pêşkêşî Washingtonê kir
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Tehranê, bi armanca qedandina şerê li Rojhilata Navîn û ji nû ve destpêkirina danûstandinên bi DYA’yê re, bi rêya navbeynkariya Pakistanê pêşniyareke nû ji Washingtonê re şandiye. -
Li Tehranê sîstema hewayî di dewrê de ye: Li gorî Îranê 'rewş asayî bûye'
Li paytexta Îran Tehranê, sîstema parastina hewayî li hemberî amûrên hewayî yên biçûk û droneyên keşfê kete dewrê. Piştî liv û tevgera 20 deqeyan rayedaran gotin, "Rewş asayî bûye." -
Rejîma Îranê werzişvanê 21 salî darve kir
Hate ragihandin ku şampiyonê karateya Kyokushin Sasan Azadvar, ê ku di çarçoveya protestoyên Îsfahanê de hatibû girtin, hat darve kirin. -
Rêberê olî yê Îranê: DYE têkçûnek mezin jiya
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Mucteba Xamaney, îdîa kir ku di şerê Îsraîl û DYE ya du mehan de Washingotn têkçûnek mezin jiya. -
Li Îranê ceza li mamosteyan hate birîn
Dadgeriya Îranê cezayê girtîgehê li 3 mamosteyên mêr û cezayê pereyan jî li 5 mamosteyên jin birî. -
Serokkomarê Îranê: Dorpêça deryayî ya DYE'yê 'mehkûmî têkçûnê' ye
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan anî ziman ku dorpêça deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) daniye ser bendergehên Îranê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got, 'mehkûmî têkçûnê' ye. -
'Bi hezaran kadroyên me yên perwerdekirî hene, ger hewce bike em ê hemû hêza xwe bi kar bînin'
Rêwar Awdanan diyar kir ku PJAK ne hêzeke wekîl e ne jî hêzeke milîs e, li qada siyasî xwedî roleke aktîf e û got: "Em di navenda geşedanan de ne. Bi hezaran kadroyên me yên perwerdekirî hene. Ji bo parastina gelê xwe em ê hemû hêza xwe bi kar bînin." -
Hêza deryayî ya Îsraîlê 175 aktîvîstên li 'Fîloya Xezeyê' desteser kir
Ji fîloya ji Ewropayê bi rê ket û xwest dorpêça li ser Xezeyê bi dawî bike 175 aktîvîst ji aliyê hêzên deryayî yên Îsraîlê ve hatin girtin. Hate ragihandin ku aktîvîst birin Îsraîlê. -
Li Sûriyeyê 2 kes hatin kuştin
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de di bûyerên tundiyê de 2 kes hatin kuştin, kesek jî bi giranî birîndar bû. -
Mezintirîn keştiya balafirên şer a DYE'yê ji Rojhilata Navîn diçe
USS Gerald R. Ford piştî wezîfeya ji 10 mehan û pirsgirêkên teknîkî ji Rojhilata Navîn vedikişe û vedigere Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE). Ev gav tê wateya kêmbûneke mezin a hêzên Emerîkî yên li herêmê, ku şerê Îranê dewam dike. -
WSJ: Trump dixwaza aboriya Îranê bifetisîne, lewma dorpêçeke demdirêj tercîh dike
Li gorî Wall Street Journal (WSJ) Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ji bo fetisandina aboriya Îranê dorpêçeke demdirêj tercîh dike. -
NY: Ji destpêka şer û vir ve li Îranê 21 kes hatin darvekirin
Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li destpêka şer û vir ve li Îranê herî kêm 21 kes hatin darvekirin, zêdeyî 4 hezar kes jî hatin binçavkirin. -
Îmarat ji OPEC û OPEC+ vedikişe
WAMˊê diyar kir Îmaratê biryar daye ku ji OPEC û OPEC+ di meha Gulanê de vekişe. Ev biryar bi vîzyona stratejîk û aborî ya demdirêj a welat re li hev dike. -
Îsraîl: 'Li Lubnanê armanca me ya axê tuneye’
Gideon Saar diyar kir ku daxwaza Îsraîlê ji bo axa Lubnanê tuneye. Tevî agirbestê jî agirbest berdewam dikin jî hat îdîakirin ku Serokê DYE’yê Donald Trump ji Tel Avîvê banag “îtîdalê” kiriye. -
Îranê cezayên darvekirinê û girtîgehê ku ji xwepêşandaran re hat dayîn, erê kir
Zextên Îranê yên li dijî xwepêşandaran re dewam dike. Cezayê darvekirinê ku li xwepêşandarekî hat birîn, hat erêkirin û cezayê girtîgehê jî li xwepêşandereke jin hat birîn. -
Tevî agirbestê êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê didomin: 4 mirî û 51 kes birîndar bûn
Tevî agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de, di encama êrîşên hewayî de 4 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn. Di nava qurbaniyan de jinek û di nava birîndaran de jî 3 zarok hene.